Sereke
Kurdistanê hevraxeberdana tevî Begdayê berdewam bike
Cîgirê serekwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Telebanî elam kirîye wekî Herêma Kurdistanê , girêdayî byûcêya sala 2O21-ra, gihîştîye qayîlîyê. Derheqa wê yekêda ewî wextê prêss-konfêransê gotîye. “Me çendik çend cara gotîye hukumata berê û niha, wekî em hazirin rojê 25O-î hezar bermîl neft bidin.Lazime ku koordînasîya di navbera hêzên kurdaye sîyasî bê mîyaserkirinê, bona ku qanûna derheqa byûcêya dewletêda û li parlamênta Îraqê bê îzbatkirinê”,- Qubad Telebanî gotîye.