Sereke

Ermenîstanê pêşda “Sputnik V” bistîne

Vaksîna dijî koronavîrûsêye ewlin, ya ku wê Ermenîstanê bikire, “Sputnik V”-ye. Derheqa wê yekêda cîgira serokê merkeza kontrolktrina nexweşîya û îzinnedayîna wan, Gayanê Sahakyanê gotîye.
“Niha em gerekê tevî alîyê rûsa peymanê îmzekin.Diqewime hevtîya tê vaksîna bê Ermenîstanê. Emê 15 hezar doza dest bînin û em têra dibînin vaksînayê bidine 75OO merivî”,- Sahakyanê gotîye. Bi gotina wê prosêsa dayîna vaksînayê îdî destpê bûye, çimkî pêşda wezîreta Rûsîyayêye saxlemîxweykirinê çawa dîyarî 2O6O doza dabûne Ermenîstanê. Niha nava nexweşên bi koronavîrûsê û xebatkarên doxtirîyê prosêsa dayîna vaksînayê destpê bûye. Bi gotina Sahakyanê nîveka meha adarê ew prosês wê berdewambe û paşê wê vaksînayê bidine merivên ji 65 salî bilind û wan meriva, li cem kîjana nexweşîyên xronîk hene. Gayanê Sahakyanê gotîye, wekî hevraxeberdan dîsa tên derbazkirinê, bona ku vaksîna başqe jî bê kirînê, lê hela hê eyan nîne ku vaksîna mayîn wê kîjanbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button