Sereke
Êrîşa bi sirê, ya li ser hêzên koalîsîyone li Salhedînê
Roja yekşemê hatîye ragîhandinê, wekî li ser wê rê teqîneke bi sirê qewimîye, ya ku dijî hêzên koalîsîyona navnetewîye li provînsîya Salhedînê bûye.Teqîn wî çaxî qewimîye, dema ku cêrga avtomaşînên koalîsîyonê derbaz bûne. Hatîye ragîhandinê, wekî nava encamên teqînêda tu kes zyanê neketîye. Nava hevtêda du cara hêzên koalîsîyonê li Îraqê rastî êrîşên wî cûreyî tên, lê Waşîngton wan koma gunehkar dike, yên ku Îranêva girêdayîne. Hetanî niha tu komekê cabdarîya wan teqîna hilnedaye ser xwe.