Sereke
Dironên îraqî sê cîhên DAÎŞ-êye li Kirkûkê tune kirine
Hêzên Îraqêye bêqezîyabûnê bona dîtina cîhên çekdarên DAÎŞ-ê diron dane xebatê. Nava elametîya qulixdarîya Îraqêye bêqezîyabûnêda hatîye gotinê, wekî dirona li nêzîkî Kirkûkê derb gîhandine sê cîhên DAÎŞ-ê.
Merkeza Kirkûkêda jî opêrasîyon hatîye derbazkirinê, li kîderê endamekî DAÎŞ-ê hatîye girtinê.