Sereke

Paşînyan û Pûtîn çi xeberdane?

Pirsên hevdîtina Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîne dawî bi hûrgilî eyan nînin. Bona prêssyaê tenê vîdêyoya hevt deqê hatîye rabekirinê. Çi pirs hatine gotûbêjkirinê û çi pevketin hatine destanînê, derheqa wanda înformasîya tunene. Şiroçîyên ermenî û rûs dicêribînin fikirên  xwe derheqa wê yekêda bêjin. Şiroçîyên Rûsîyayê didine dîyarkirinê,wekî ew yek girînge ku Paşînyanê  ku piştgirîya “rojavayê” dike, piştî bijartina, seredana xweye ewlin ji Rûsîyayê destpê dike.

Pûtîn jî sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî encamên hilbijartina dane kifşê, wekî bawarîya cimetêye hindava Paşînyanda heye.

Tiştekî balkêşe, wekî dêlêgasîya mezin ji Ermenîstanê neçûbû Moskvayê. Pêşîya wê yekê, hevtêkê pêşda dêlêgasîyake pirsên bêqezîyabûnê çûbû Moskvayê. Derheqa wê yekêda Armên Gasparyanê sîyasîzan bîr tîne.Şiroçî dide kifşê, wekî nava dorana seredanêda derheqa qewînkirina heleqetîyên tifaqdarîyêda xeberdan çûye, derheqa sazkirina baza rûsîye leşkerîye dueme li Ermenîstanê hatîye dîyarkirinê. Şiroçîyên Ermenîstanê jî didine dîyarkirinê, wekî piştî hilbijartinên li Ermenîstanê, Ermenîstan xwe berbi Rûsîyayê digre. Li Ermenîstanê hinek xemgînî hene, wekî katibtîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bersiva çawa daye Ermenîstanê.

Şiroçîkî mayîn jî daye dîyarkirinê, wekî bi texmîn seredan ya xebatê bûye û îmzekrina dokûmênta tunebûye.Bi fikira şiroçîya tê texmîkirinê, wekî tabîya Rûsîyayêye li Ermenîstanê qewîn dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button