Sereke

Robêrt Koçaryan wê mandatê hilnede

Robêrt Koçaryan wê mandatê hilnede: ewî elametî belav kirîye:

“Wekîlê koalîsîyona “Ermenîstan” Aram Vardêvanyan derheqa paşdasekinandina mine ji mandata parlamêntvanîyêda  elam kirîye. Ez wededa him parlamêntvanê Arsaxê, him jî yê Ermenîstanê bûme. Ez bi xeysetê xweva her dem merivê desthilatdarîya şuxulkir bûme.

Niha diha başe ez cîhê xwe bidime endamekî koma xwe û ez hêvîdarim ji wana her kes wê bibe parlamêntvanê baş.Hevalkarên min jî gotine min wekî ew fikir raste û piştî qulixên serokê Arsaxê û serokkormarê Ermenîstanê gerekê bi mandatêva neyême razîkirinê.Neçûyîna li parlamêntê nade kifşê, ku ji şerkarîyê der bimînim. Hazirîya fraksîya koalîsîyonê li parlamêntê wê hebe û ez jî rêberê koalîsîyonême û bi xebata xweye herrojeva ezê alî serkeftina bikim. Ez hêvîdarim wekî hemû tiştê başbe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button