Sereke

“Adirbêcan ji dasekinandina formata koma Mînskê ditirse”:pêşezan

Pêşezanê pirsên Adirbêcanê Garnîk Davtyan, wextê weşana Spûtnîk Armênîyayê, derheqa formata koma Mînskê û nêzîkbûna Adirbêcanêye hindava wê da daye dîyarkirinê.

Alîyê Adirbêcanê ji dasekinandina formata koma  Mînskê ditirse, çimkî ew yek dijî wan gotinên Elîyêv e, ku ewî pirsa Qerebagê hel kirîye. Fikira wî cûreyî Garnîk Datvyanê pêşezan elam kirîye.

Bi dasekinandina şuxulkarîya koma Mînskê, Elîyêv lêgîtîmîya xweye sîyasî li ber cimeta  xwe dike bin pirsê, çimkî ew têza wî ku pirsa Qerebagê helkirîye, li ser dereca fermî û ne fermî him li Adirbêcanê û him jî li dinîya der dihate belavkirnê”,-ewî gotîye.

Hetanî şêr jî, Adirbêcanê ew mecal ji destê xwe bernedida, ku hîmê koma Mînskê bida hedimandinê, menî digirt ku ew format ya kevin e û gerekê Tirkîyayê tevî wê şuxulkarîyê bikin, bo ku format bê nûkirinê. Feqet,  bi saya dîplomatîya ermenî, Adirbêcanê înkarkirin distend û dikete nava hesarê.

 Bi gotina Davtyan, Bekû dixweze formatê bona xwe sazke, bi tevbûna Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button