Sereke

Mihêr Grîgoryan derheqa bahê gazêye li Ermenîstanê daye dîyarkirinê

Hevraxeberdanên dora bahê gazê, yên tevî “Gazprom”-ê, prosêsa her demîye, ya ku nasekine. Derheqa wê yekêda Armênprêssê ragîhandîye û daye dîyarkirinê, wekî cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê  Mhêr Grîgoryan ew prosês anîye ber çeva. “Girêdayî bahê gazêye li ser sînor û nava Ermenîstanêda, konsêsûsa me heye, çimkî ji sala 2O19-da em nava hevraxeberdanên girandanin, û ez difikirim wekî me bi kûrayî ew pirs gotûbêj kirîye”,-Mihêr Grîgoryan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî li dinîyayê bahê gazê gihîştîye 94O dolarî, lê bona Ermenîstanê 165 dolare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button