Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk qedirê binelîyên Reqayê girtine

Fermandarîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk çarsalîya azakirina bajarê Reqayê ji destê têrorîsta daye kifşê.Hêzên Sûrîya Dêmokratîk bi elametîyêva pêşda hatine û derheqa wê yekêda hatîye dîyarkirinê.

“Em mêrxasên xweye şihîdketî, cangorîyên mayîn bîr tînin.Wan meriva qewata xwe dane dîyarkirinê, bona ku cimeta Reqayê ji bindestîyê azatkin.Hêzên me cangorîyên cimeta Reqayê qîmet dikin, yên ku mêrxasîya mezin dane kifşê.Cimeta Reqayê dijî teşkîleta têrorîstî rabû û piştgirîya hêzên me kir.

Em li ser wê fikirêne, wekî emê DAÎŞ-ê bi temamî bidine tunekirinê, yên ku xirabkarî kirine jî, wê li ber cabdarîyê bisekinin. Me hemû dijwarî alt kirin û bi saya cangorîyên xwe û piştgirîya miletê xwe em gihîştine encamên vî cûreyî”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button