H’emû nûçeSereke

Serwêrê mekteba kurdîye li Kirkûkê bona danîna ala Kurdistanê dikarin bigrin

1-ê mijdarê serwêrtîya îraqî îzina derheqa girtina serwêrekî mekteba kurdîye li provînsîya Kirkûkê daye, bona wê yekê wekî ewî roja destpêka xwendinêye ewlin ala  Kurdistanê danîye.

Kanala têlêvîzîyonêye Kurdistan 24-ê elam kirîye, wekî serokê serwêrtîya Kirkûkê gef xwerine ku wê serwêrê mektebê bide mehkemê.Serwêrê mektebê jî niha xwe veşartîye û li wî digerin.Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Kurdistan 24-ê serwêrê mektebê îzbat kirîye, wekî menîya tek-tenê ew e, wekî ewî ala Kurdistanê li Kirkûkê darda kirîye.

Wezîreta Kurdistanêye perwerdê serokatîya Kirkûkêva hatîye  girêdanê û pirs-pirsîyar kirine, garantîya bêqezîyabûnê hatîye xwestinê ku ew meriv paşda vegere.

Piştî bûyarên sala 2O17-a, wextê ku eskerê Îraqê û rezedilvanên Heşid Aş Şaabîyê ketine Kirkûkê, bi seda kurd ji xebatên xwe hatine derxistinê, lê alên Kurdistanê jî hatine deranînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button