H’emû nûçeSereke

Li herêmê hal dîsa qwîn nîne: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê bona cimeta ermenî encamên xirab pêşda anîn.Bi wê yekêva tevayî nava hemtêksta bêqezîyabûnê û qewînbûnêda pirsên başqe pêşda hatin.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der, wextê hevpeyvîna tevî kovara   “Nouvelles d’Arménie”-ê  gotîye.

Bi gotina wî, nenihêrî wê yekê, wekî anegorî elametîya sêalî, ya Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê, opêrasîyonên leşkerî hatine sekinanlinê, lê hal bi temamî qwîn nîne. Ew yek girêdaîye wê pirsêra, wekî Adirbêcan borcdarîyên xweye anegorî elametîya sêalî naqedîne. Ew hinek xala tevlîhev dike, dîlên ermenîye leşkerî hê paşda venegerandine, propaganda agrêsîv berdewam dike, gefa hindava têrîtorîyayên Ermenîstana serbestda duxwe. Mîrzoyan gotîye, wekî tabîya Adirbêcanêye provokasîyon tesîra xwe ne tenê li ser Ermenîstanê, lê usa jî li ser welatên  herêmêye mayîn dihêle.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button