H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Elîyêv pêşnîyara derheqa hevdîtina li Bryûsêlê qebûl kirine

Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl 19-ê mijdarê bi têlefonê tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv qise kirîye.

Halê li herêmê hatîye gotûbêjkirinê û pêra jî xeberdan derheqa civîna hevkarîya Rojhilatêda çûye, ya ku wê 15-ê kanûnê li Bryûsêlê derbazbe.

Şarl Mîşêl pêşnîyar kirîye ku nava doranên civîna li Bryûsêlê, Îlham Elîyêv û Nîkol  Paşînyan bi mêvandarî qebûlke. Alî pevketine li Bryûsêlê hevdîtinê derbazkin, bona ku pirsên li herêmê û halê sert gotûbêj bikin.

Wextê axaftinên bi têlefonê, serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê qayîl bûne bi dereca wezîrên parastinê pêwandîya raste-rast sazkin, ya ku wê çawa mêxanîzma îzinnedayîna byûara qulixke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button