Sereke

Sala nû bona ermenîya cejina rehmêye

Nava wedên cuda-cudada ermenîya sê salên nû derbaz kirine, kîjan 21-ê adarê, 11-ê tebaxê û 1-ê meha çile hatine derbazkirinê. Bona ermenîya cejina lape tradîsîyon 21-ê adarê bûye. Ev cejin çawa hatina biharê hatîye navkirinê û çawa cejina serê salê hatîye qebûlkirinê. Sîmvola rojê agir bûye û wî çaxî jî bûyîna Vahagin hatîye kifşkirinê. Vahagin li cem ermenîya çawa xwedê agir tê qebûlkirinê. Sersal çawa sala nû tê hesabê. Koka xeberê ji navê xwedê tebyetê tê, kîjan usa jî sîmvola salê, topa dinîyayêye. Li cem ermenîa Amanor xwedê zêdayêye.Birayê Amanor Vanatûr jî xwedêyê mêvandarîyê bû û sala nû jî pêşkêşî Amanor û Vanatûr bû. Raste, nava wedên cuda-cudada ermenîya sersal rojên başqe-başqe dane kifşê, lê fikira cejinê nehatîye guhastinê. Anegorî tradîsîyayên ermenîya ermenî bi paqijkirina mala xwe û hewşa xwe, xwe bona cejinê amede kirine. Niha jî usaye,endamên malbetê tevî van tişta dibin. Berê şeva 1-ê çile malbetên ermenîa dora tendûrê berev bûne û bi ava ji kanîyê anî xwe şûştine. Hetanî roja îroyîn jî temamîya malbetê hetanî sersalê wî cûreyî dikin. Paqijkirin û edetê girêdayî wê yekêra ji wedê kevinarda tê û ew yek ne tenê li cem ermenîyaye, lê usa jî li cem gelek cimetên mayînin. Hatina sala nû bi sîmvolîkî paqijîya bedenê û zyaretîya ruhanîva girêdaîye, çimkî xebera zyaret jî paqijayê dide kifşê. Lê paqijayî jî sîmvola destpêkêye û ew yek ji sala nûva destpê dibe, wextê ku ro zivira xweye nû destpê dike. Li cîyhên Ermenîstanêye cuda-cuda, mesele, kevanîyên mala hingiv devên endamên malbetê xistine û xwerina tûj wan roja qedexe kirine. Wan roja ewên ku dilê wan ji hev maye, li hev tên. Şeva sersalê ermenîya malên xweda agir vêxistine, bona ku açixî bê xweykirinê. Stûn wana çawa sîmvola qewînbûna malbetê hesab kirîye. Malxwê malê ji mêşe darê mezin anîye malê û bi wî darî wana agir vêxistîye. Li ser wî agirî xwerina cejina zyaretî çêkirine. Mêvanên ku dihatine malê, gerekê sirîya xweda perçekî dar li ser agir zêde bikira. Bona ku ji qewatên nebaş xwe biparêzin, kevanîya malê li ser şêmîkê komir reşandîye û ar jî reşandîye, li ser jî xaç kirîye. Raste, dara merxê ne ya ermenîaye, lê hebandina darê li cem ermenîa zûva hebûye. Kevanî û bûkên malê roja sersalê nan destê wanda ji malê derdiketin û berê xwe didane alîyê Rohilatê û digotin: “Dovlat, tu çîyayî yanê jî gelîyî, were malê”. Roja sersalêye ewlin endamên malbetê li cem mezinên xwe, dê û bava, xinamîya diqesidîn. Pîrozbahî tu cara destevala nîbûne. Wana tevî xwe şîrnayî yanê jî fêkî birine û li ser sivira wê malê zêde kirine, ku bereketa wê malê hebe. Bona ermenîya cejina sersalê ya lape hizkirîye. Wana bi wedê dirêj xwe bona cejinê amede kirine. Amedekirin jî hîmlî sivira cejinêva girêdayî bûne. Berê ermenîya sivirên xwe bi cûre- cûre fêkîya, qeysîya, genim, birincva xemilandine. Nava amedekirinêda usa jî kadên cûre- cûre hatine hazirkirinê.Bona ermenîya cejina sersalê hîmlî cejina rehmê û bedewetîyê, aşîtîyê û hêvîyên mezine.

Bila sala 2O22-a bibe sala aşîtîyê, hizkirinê û gulvedanê bona temamîya hemû miletên dinîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button