SerekeSîyasî

Wezîreta pêşmerga: sala 2O21-ê DAÎŞ-ê 257 kirinên têrorîstî mîyaser kirine

Nava sala 2O21-da koma DAÎŞ-ye têrorîstî li nehîyên Îraqêye cuda-cuda 257 kirinên têrorîstî mîyaser kirine, bi taybetî li ser têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî. Derheqa wê yekêda wezîreta Herêma Kurdistanêye pêşmerga elam kirîye.

Anegorî melûmetîyên wezîretê, nava encamên wan kirinên têrorîstîda, yên sala 2O21-ê, 387 meriv hatine kuştinê, 518 meriv birîndar bûne, lê 37 jî bêser-berate unda bûne.

Bi wê yekêva tevayî, hatîye gotinê, wekî li nehîyên hevraqayîlnekrî piranîya êrîşa rûyê tunebûna hevkarîya di navbera pêşmerga û eskerê Îraqêda qewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button