H’emû nûçeSereke

Gelo nexweşîya koronavîrûsê wê kengê ser hevda bê?

Piştî du-sê sala nexweşîya koronavîrûsê wê ser hevda bê. Fikira wî cûreyî vayrosolog Yêvgênî Tîmakovê ji Rûsîyayê elam kirîye.

Wextê qisa tevî ajansa TASS-ê, pêşezan gotîye, wekî bona ku nexweşî xilazbe pêwîste ku li cem piranîya meriva îmûnîtêta tam hindava koronavîrûsê çêbe.

«Meriv çi cûreyî dikare derheqa wê yekê pê bihese, dema ku meriv nekevine nexweşxana û rûyê wê yekêda wefatbin, du yan jî sê sal wê bikişîne. Nava wî wedeyîda îmûnîtêta tam wê çêbe»,-pêşezan gotîye.

Bi gotina wî diqewime ew nexweşî jî unda nebe, diqewime ew bimîne û bibe mîna nexeşîya persimêye hersale.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button