SerekeSîyasî

Çend rokêt berbi îdara neftêye nêzîkî Hewlêrê hatine  berdanê

Êvara çarşemê çend rokêt berbi fabrîka neftêye nêzîkî Hewlêrê hatine berdanê.

Qulixdarîya Herêma Kurdistanêye dijî têrorê ev înformasîya îzbat kirîye û elam kirîye, wekî sê rokêt berbi fabrîka neftêye nêzîkî Hewlêrê hatine berdanê, lê zîyana meriva û matêrîyalî tuneye.

Li gorî elametîyê rokêt ji nehîya Hemdanînê hatine berdanê. Bi wê yekêva tevayî çend rokêt jî berbi baza Zlîkanê hatine berdanê, li kîderê eskerê tirka cîhwarbûyîne.

Eva êrîşa çaraye, ku hindava baza Zlîkanê nava çend rojada tê mîyaserkirinê.

Tu grûpek, yan jî teşkîletek cabdarîya vê êrîşê hilnedaye ser xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button