H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der wê here Hindistanê
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi seredana xebatêva here Hindistanê. Ewê ji 25-a hetanî 27-ê nîsanê li Hindistanêbe.
Wezîrê li paytexta Hindistanê Nyû Dêlîyê tevî xebatên hemcivîna “Raisina Dialogue” ê bibe.
Serokwezîrê Hindistanê wê wezîrên welatên tevbûyên hemcivînê qebûlke. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Hûnanyan gotîye.
Hevdîtina wezîrê Ermenîstanê û Hindistanêye karên der jî wê derbazbe.
Nava doranên seredanêda hemcivîna bîznêsêye dualî wê bê derbazkirinê.