H’emû nûçeSereke

Gotûbêjkirin  berdewam dibin: Grîgoryan derheqa dîyarkirina sînorada xeberdaye

Gotûbêjkirinên dora komîsîya dualî, ya pirsên dêlîmîtasîya sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê, berdewam dibin. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo komîsîya dualî hatîye sazkirinê, yan na, çimkî  wextê hevdîtina li Bryûsêlê pevketin hatibû destanînê ku hetanî dawîya meha nîsanê ew komîsîya gerekê bê sazkirinê.

“Gotûbêjkirinên dora wê yekê berdewam dibin.Em hîvîdar bûn wekî  hetanî dawîya meha nîsanê helkirin wê bihatana dîtinê û pêşda bilivîyana. Feqet, ez dikarim bêjim, wekî niha jî gotûbêjkirinên întênsîv berdewam dibin û guman heye, wekî zûtirekê ew hevdîtin wê hebe. Gotûbêjkirinên derheqa koma xebatêda berdewam dibin û pirs heye, bersivên kîjana me nedîtine. Dema ku em wan bersiva bibînin, emê elametîyê belavkin û  hevdîtin wê bibe”,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button