Serokê provînsîya Dihokê Elî Tatar elamî BasNews ê kirîye, wekî nêzîkî 10 000 binelîyên Şengalê cîguhastî provînsîya Dihokê bûne.
Elî Tatar gotîye, wekî binelîyên Dihokê bi germahî êzdîyên ji Şengalê silav kirine û qebûl kirine û pêra jî gotîye, wekî organîzeyên bîyanîye li wir hazirin piştgirîyê bidine wan meriva.
Elî Tatar serda zêde kirîye, wekî serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û temamîya hukumatê cedandina didine xebatê, ku piştgirîyê bidine wan meriva.