H’emû nûçeSereke

Pirsa statûsa Qerebagê hê nehatîye helkirinê: bayloza ŞAY

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser wê fikirêye, wekî bona pêşeroja Qafqasîya Başûre edil, bona pêşeroja dêmokrtîk û gulvedayî, pirsên helnekirî gerekê bêne helkirinê.  Derheqa wê yekêda bayloza Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê gotîye.

“Bêguman, tabîya  Ştatên Yekbûyî ewe, wekî pirsa statûsa Qerebagê hê helnekirî  dimîne”,-baylozê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî ew pirs bi rîya leşkerî nikare bê helkirinê.

Bi gotina wê, mafê xweqirarbûna cimeta faktora girînge, lê bona gihîştina aşîtîyê ew prînsîpa navnetewîye tek-tenê nîne û li Waşîngtonê li  ser wê fikirêne wekî gerekê hevraxeberdan bêne teşkîlkirinê û prînsîpên xweqirarbûna cimeta, yekîtîya têrîtorîya û nexebitandina qewatê pêşda bikişînin.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye, wekî hemsedirên koma Mînskê gerekê pirsa Qerebagêva mijûl nebin, çimkî Adirbêcanê ew pirs îdî hel kirîye, baylozê gotîye wekî dew û doz bi rîya leşkerî nikare bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button