H’emû nûçeSereke

Îranê dijî her cêribandineke guhartina sînorên wê derkeve

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî serokê Îranê Sêyêd Îbrahîm Rayîs qise kirîye.

Pirsên derheqa qewimandinên li herêmê û  bêqezîyabûna herêmî gotûbêj kirine. Serokwezîrê Ermenîstanê bi hûrgilî derheqa bûyarên van axirîyaye li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê raber kirîye.

Serokê Îranê derheqa bûyarên van axirîyaye li Qafqasîya Başûr xeberdaye û gotinên rêberê şorişa îslamî Ayatola Xamênêy, yên van axirîyaye wextê hevdîtinên tevî serokên Rûsîyayê û Tirkîyayê, bîr anîne, bi kîjanê Ayatola Xamênêy gotibû, wekî nava pirsa sînorên  xweda, yên li herêma Qafqasîyayê, Îran bi guhdarîya mezin nêzîk dibe û wê hukumî ser her cêribandineke guhartina sînora bike.

Alîya fikirên dora pêwandîyên dualî pevguhartine û derheqa girîngîya nêzîkbûna wanda dane dîyarkirinê.

Nîkol Paşînyan bi razîbûn derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Îranêda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan amadeye piştgirîyê bide tranzîta eşîyayên di navbera herdu welatada û hevkarîya bona pêşxistina wan goveka, nava wanda govekên rêya, ênêrgêtîkî û yên mayîn.

Serokê Îranê pêwandîyên herdu welata çawa yên dîrokî û yên kûr qîmet kirîye û derheqa pêwîstîya bilindkirina dereca hevkarîya ermenîya-îranîyada daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button