H’emû nûçeSereke

Îranê bi her cûreyî li ser wa gotî «sivder» ê tehsîrke: îranzan

Gotinên serokê Îranê Êbrahîm Reyîs derheqa wê yekêdanin, ku fikirdarîya «sivder» ê ya ji alîyê Tirkîyayê û Adirbêcanêda pêşdakişandî, tiştê qebûlkirinê nîne. Derheqa wê yekêda Êmma Bêgîcanyana îranzan gotîye.

«Gotinên serokê Îranê ez vî cûreyî fem dikim, wekî guhartina sîora,  wa gotî «sivder» xeta wane sore û ewê hemû cûreyî dijî wê yekê derkevin.Ew yek dide kifşê, wekî Îran jî dikare bi rîya leşkerî jî tevî wê pirsê bibe. Heger sivdera Laçînê jî bê cîguhastinê, ew yek bona Îranê tiştê qebûlkrinê nîne, ew tevî wê pirsê nebûye, lê heger ew hukumî ser Ermenîstanê bike, Îranê wî çaxî  beşdarbe»,-îranzanê gotîye.

 «Sivder», bi kîjanê Adirbêcan dixweze Nexçêvanê û Tirkîyayêva bê girêdanê, bi gotina îranzanê diha gelekî bona Êrdogan pêwîste ne ku bona serokê Airbêcanê Elîyêv, çimkî sala 2O23 a hilbijartinên serokatîyê û parlamêntê wê bêne teşkîlkirinê, li kîderê Êrdogan tê bêjî binketîye, lê fikirdarîya wa gotî «sivder» dikare jêra denga bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button