H’emû nûçeSereke

CNN ê derheqa seredana Pêlosîyêda, ya li Ermenîstanê weşandîye

Seroka palata wekîla, ya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Nênsî Pêlosî li Ermenîstanê qesidî. Li gorî ofîsa wê ji sala 1991 ê da hetanî niha eva nevsa fermîye here derecebilind bû, ya ku li Ermenîstanê qesidîye. Derheqa wê yekêda CNN ê nivîsîye.

Ajansê daye dîyarkirinê, wekî seredan piştî wê yekê qewimî, dema ku li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê pevçûyîn qewimî.Zordarîyên van axirîya qewimî, ew fikir pêşda anîn, wekî herdu cimet dikarin careke mayîn bikevine nava dew û doza nû, lê nevsê ermenîyî derecebilind elam kirîye, wekî agirbest hatîye elamkirinê.

CNN ê  daye dîyarkirinê, wekî wextê prêss-konfêransa bi hevra, ya tevî serokê parlamênta Ermenîstanê Alên  Sîmonyan, Pêlosîyê êrîşên Adirbêcanê gunehkar kirîye.

“Em ji navê kongrêsê wan êrîşa gunehkar dikin, yên ku pêrspêktîva qayîlnivîsara derheqa aşîtîyêda dikine bin qezîyayê”,- Pêlosîyê gotîye û serda zêde kirîye, wekî seredan pêşîya opêrasîyonên leşkerî têra hatibû dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button