H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan Alêksêy Ovêrçûk qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk qebûl kirîye.Alêksêy Ovêrçûk serokatîya dêlêgasîya Rûsîyayê dike, ya ku li Yêrêvanê tevî hemcivîna ermenîya-rûsa, dîyaloga ermenîya-rûsaye bîznêsê û hevkarîya ermenîya-rûsaye êkonomîkî dibe.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê, ku li ser sînor hal rûyê agrêsîya azêryada serte, hatîye birîyarkirinê, wekî civînê paşda neêxin, çimkî ew yek bona pêşkeftina hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayêye. Nîkol Paşînyan bi hêvîdarî gotîye, wekî teşkîldarîyên li Yêrêvanê wê alî berfirehbûna hevkarîyê bikin.

Wextê hevdîtinê, cêrge pirsên derheqa hevkarîya ermenîya-rûsada hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button