CivakSereke

Pîrozbahî

Îro 1-salîya Komeleya Kurdên Gurcistanê “Ronahî” demam bû. Salekê pêşda organîzeyê destbi karê xwe kir û em bawarin, wekî hê gelek sala emê salvegerên damezirandina vê yekîtîyê, ya bi serkarîya Zaza Kalaşov, pîroz bikin.

Kurdên Gurcistanê, mînanî hemû kurdên Sovyêta berê, beşdarî parastin û pêşxistina çand û kûltûra milet, erf-edet û rabûn-rûniştandina miletîyê bûne.Meriv dikare gelek navên wekîlên rewşanbîrîya milet yên ji Gurcistanê bîne ser zara, yên ku emekê xwe kirine nava parastin û pêşxistina çand û kûltûra miletîyê.

Em, xebatkarên beşa radyoya Yêrêvanêye kurdî û usa jî rojnama kurdîye “Rîya teze”, 1-salîya Komeleya Kurdên Gurcistanê “Ronahî”, ya bi serkarîya Zaza Kalaşov, pîroz dikin, wanra pêşkeftinê û açixîya dixwezin. Em bi dil û can pîroz dikin û yekîtîyê, tifaqê û serkeftinê temamîya miletra dixwezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button