
Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan bi têlefonê tevî serokwezîrê Swêdê Ûlf Krîstêrsonra qise kirîye. Derheqa wê yekêda ajanêsa Reuters ê ragîhandîye.
Bi gotina lîdêrê tirka, Stokholmê soz daye Enqerê, ku dijî wan organîzeya bişuxule, kîjan li Tirkîyayê çawa yên têrorîstî hatine naskirinê. Ev yek bona xatirê bûyîna endama NATO ê, Swêdê kirîye.
Pêşda Swêdê dokûmênt raberî Tirkîyayê kiribû, kîjanada hatibû dîyarkirinê ku bona endamtîya nava NATO ê da, Swêd gerekê çi bike.Stokholmê usa jî elam kirîye ku wan lêpirsîna lê binihêre, li gorî kîjana alîyê tirka daye dîyarkirinê ku hene meriv, yên ku bin şikberîyêdanin.







