
Rêberê êzdîyayî ruhanî û mîrê temamîya êzdîyên cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg bangî hukumata Îraqê kirîye, ku li Şengalê învêstîsîya bêne kirinê bona ku meriv paşda vegerine cîh û warên xwe, yên ku rûyê êrîşa koma têrorîstîye DAÎŞ ê da cîhwarên xwe hiştine û derketine.
“Gund û bajarên me hatine wêrankirinê û ew hetanî niha nehatine dasekinandinê. Malbetên me bi massayî nava qewilên xirabda hatine cîhwarkirinê û serbara serda jî bi seda hezara kur û keçên me li qampa dijîn”,- Mîr Hazim Tehsîn Beg gotîye.
Ewî bangî hukumata Îraqê kirîye ku învêstîsîya bêne kirinê, bona ku hemû govek bêne dasekinandinê.







