H’emû nûçeSereke

Nava doranên civîna Frankofonîyayêda Makronê rastî Nîkol Paşînyan bê

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron elam kirîye wekî nava doranên civîna Frankofonîyayêye 18 a da, ya ku wê  19 ê mijdarê li Cêrbayê pêk bê, ewê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bê.

Bi ragîhandina Armênprêssê, Makron derheqa wê yekêda wextê axaftina bi têlefonê, ya tevî serokê Adirbêcanê, gotîye.

Wextê qisa bi têlefonê Makron û Elîyêv derheqa pevketinên li Prahayê xeberdane.

Êmanûêl Makron rola mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê, ya li Ermenîstanê bilind qîmet kirîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî Fransîya amadeye piştgirîyê bide normalbûna heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button