H’emû nûçeSereke
Miaşa here nimiz wê bi 7000 dirama bê bilindkirinê

Sala mayînda miaşa here nimiz wê bi 7000 dirama zêdebe. Parlamêntê projeya qanûna derheqa miaşa here nimizda gotûbêj kirîye.
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî xebatê û pirsên sosîyalî Rûbên Sargsyan gotîye, wekî miaşa here nimiz wê ji 68 000 diramî bilindbe û bighîje 75 000 diramî. Miaşa ji 75 000 diramî nimiztir wê bibe teribandina qanûnê.







