Serokwezîra Îtalîyayê Corca Mêlonî bi seredana fermîva çûye Hewlêrê.
Çawa ku Kurdistan 24 ê ragîhandîye, ew ji alîyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîda li fireheha Hewlêrê hatîye pêşwazîkirinê.
8 ê kanûnê Barzanîyê serokwezîr nama fermî ji serokwezîra Îtalîyayê stendibû, kîjanêda ewê dabû dîyarkirinê, wekî welatê wê amadeye tevî Herêma Kurdistanê pêwandîyên dualî bide qewînkirinê.
Namêda Mêlonîya serokwezîr derheqa pêwandîyên dostî û dîrokîda nivîsîbû, kîjan Îtalîyayê û Kurdistanê hevva didine girêdanê.
“Ez bêsebir hîvîya hevdîtina tevî weme”,- serokwezîra Îtalîyayê nivîsîbû.