H’emû nûçeSereke

Elîyêv dewekarîyên têrîtorîyale nû û gefxwerinên nû pêşda dikişîne: elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa axaftina serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda elametî belav kirîye kîjanê em raberî we dikin.

“24 ê kanûnê, wextê hevdîtina tevî wekîlên wa gotî “Adirbêcana Rojavayê”, fikirên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv careke mayîn şedetîya wê yekê didin, wekî serokatîya Adirbêcanê bona aşîtîya li Qafqasîya Başûr, hewaskar nîne.Ew ne tenê eşkere wê yekê qebûl dikin, ku dikarin axa Ermenîstana serbixwe dagirkin,lê serbara serda derheqa dewekarîyên nûda û gefxwerinên nûda xeber didin, eşkere mafê navneteweyî û hesabhilnedana hevkarên navneteweyî didine kifşê.

Elametîyên serokê Adirbêcanê, yên ku dijî pevketinên li Prahayê û li Soçîyêne, meremê serokatîya Adirbêcanê didine kifşê, wekî berbi teribandina şuxulkarîya aşîtîyê dibin.

Menîyên ku bona bûyarên li korîdora Laçînê tên raberkirinê, nêzîkî rastîyê nînin. Ev kirinên agrêsîv, yên niha û berê yên dijî cimeta Qerebagê mîyaserkirî, bona sîyaseta paqijkirinên êtnîkîne.

Em careke mayîn didine dîyarkirinê, wekî alîyê ermenî dixweze ku li herêmê aşîtî û qewînbûn îzbatbe. Em bangî hevkarên navneteweyî dikin, wekî belavkirina elametîyên konkrêt û bi gavên hedefkirî Adirbêcanê mecbûrkin ku ew propaganda agrêsîv bidine sekinandinê, ku ew borcdarîyên xwe biqedînin, eskerên xwe ji axa Ermenîstana serbixwe derxin û çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bidine dasekinandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button