H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pêşnîyareke nû, ya derheqa peymana aşîtîyêda ji Adirbêcanê stendîye: wezîrê karên der

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîra Almanîyayêye karên der  elam kirîye wekî Ermenîstanê pêşnîyara nû, ya derheqa peymana aşîtîyêda ji Adirbêcanê stendîye û li ser têksta wê dixebite.

“Em gerekê tevî wezîrên Adirbêcanê û Rûsîyayêye karên der li Moskvayê rastî hevdu bihatana, lê rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda alîyê ermenî beşdarbûna xwe da paşdaêxistinê, lê nenihêrî wê yekê me pêşnîyarên xwe daye alîyê azêrîya û van axirîya me ji Bekûyê pêşnîyarên nû derheqa peymana aşîtîyêda stendine.Em niha li ser wê têkstê dixebitin”,- Ararat Mîrzoyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî pêvajoya hevraxeberdana nesekinîye.

Bi gotina wî, pêvajoya hevraxeberdana rûyê elametîyên Adirbêcanêye agrêsîvda li ber dijwarîya disekine. Ewî bîr anîye wekî axa Ermenîstana serbixwe dîsa dagirkirîye, lê Qerebag jî dorgirtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button