
Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rastî wezîrê Îtalîyayêyî karên der Antonîo Tacanî hatîye û wextê hevdîtinê pirsên derheqa hevkarîyêda, bi taybetî nava goveka akadêmîda, hatine gotûbêjkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa parastina aşîtîyê û qewînbûna sîyasîye li Îraqê, çûye û pêra jî derheqa wê yekêda hatîye dîyarkirinê, ku Roma nava kîjan govekada dikare învêstîsîyayên xwe berfirehke.
Serokê Kurdistanê li Almanîyayê bû, li kîderê ew beşdarî konfêransa Myûnxênê bûye. Nava doranên konfêransêda, Nêçîrvaên Barzanî rastî cêrge lîdêrên dinîyayê hatîye.







