H’emû nûçeSereke
Tirkîyayê hindava kîjan welatî gef dixwerin ku wê êrîşke, ew jî şebeqê hatine hewarê: rojnamevanê tirk

Rojnamevanê rojnama tirkîye Gazeteduvar ê Hakan Okçal nava nivîsara xweda derheqa wan welatada daye dîyarkirinê, hindava kîjanada Tirkîyayê dijminatî dida kifşê, lê dema ku Tirkîya ketibû nava tengasîyê, ew welat bona alîkarîyê gihîştine wê.
Rojnamevanê tirk nava navnîşa wan welatada navên Ermenîstanê, Yûnanistanê, Îsrayêlê daye dîyarkirinê û nivîsîye: “Tirkîyayê hindava kîjan welatî gef dixwerin ku wê êrîşke, ew jî şebeqê hatine hewarê”.
Hakan Okçal gotîye wekî Tirkîyayê hindava van welatada gef dixwerin û bîr tanî ku wê şevekê êrîşî ser wankin.
Em bêjin, wekî mînanî rojnamevanê tirk Hakan Okçal serokê berê, yê Partîya Dêmokratîk, ya Gela Savlhedîn Dêmîrtaş jî usa gotîye.







