H’emû nûçeSereke
Nava peymana aşîtîyêda dora halê xalên 3-4 a hevraqayîlnebûn hene

Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan derheqa gotûbêjkirinên peymana aşîtîyêda, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye û gotîye wekî hetanî niha dora xalên peymanê 3-4 a bi hevra nikarin qayîlbin.
Bi gotina wî di navbera alîyada derheqa hinek pêşnîyara konsêsûs heye. Feqet dora kîjan xala konsêsû heye, ewî bi hûrgilî negotîye: “ Ez dikarim bêjim, wekî ew prînsîpên navneteweyîne.Tiştê usa nikare bibe wekî dora deh pirsa jî hevraqayîlnebûn hebin, nava xalên 3-4 a da hevraqayîlnebûn hene”,- Alên Sîmonyan gotîye.







