Kirinên Adirbêcanê wê aminaya Ermenîstanêye hindava xartîya ênêrgêtîkî neteribînin

Wekîlê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqî elametî belav kirîye:
“Komara Ermenîstanê yazixîyê bona wê yekê elam dike wekî Adirbêcan li gorî peymana xartîya ênêrgêtîkî bona pêşxistina rojeva xwe cêribandina dike.
Gotinên Adirbêcanêye derheqa dew û doza Qerebagêda borcdarîyên peymana êlêktrîkîva girêdayî nînin. Cêribandina tevlîhevkirina dorana xartîya ênêrgêtîkî wî çaxî tiştê yazixîye, dema ku konfêransa ênêrgêtîkî hevraxeberdanên dora nûkirina peymanê ser hevda tîne.
Erza Adirbêcanê piştî birîyara mehkema navneteweyî hatîye raberkirinê, bi kîjanê mehkemê Adirbêcan borcdar kir ku rîya Qerebagê bidine vekirinê.
Feqet Adirbêcanê ew birîyar hesab hilneda û pêra jî krîzeya hûmanîtarî da kûrkirinê.
Kirinên Adirbêcanê wê aminaya Ermenîstanê, ya hindava peymana ênêrgêtîkî neteribîne”,- nava elametîyêda hatîye gotignê.







