H’emû nûçeSereke

Li Adirbêcanê raporta li berxwederxistî amade kirine “Derheqa teribandinên mafên mêriv li Ermenîstanê”

Nava dorana propaganda dijî ermenîya, li Adirbêcanê raporteke qelp amade kirine, ya “Derheqa teribandinên mafên mêriv li Ermenîstanê”.

Raport  ji alîyê komeke organîzeyên mafparêzda hatîye amadekirinê. Ajansa APA ê ragîhandîye, wekî raportêda “Bi hûrgilî hatîye raberkirinê, ku li Ermenîstanê salên 2020-2022 a da mafên mêriv hatine teribandinê, dijî binelîyên sîvîl zordarî hatine kirinê, wextê mîtînga meriv hatine girtinê, dijî rojnamevana îş hatine vekirinê û gelek tiştên mayîn”.

Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî  “Teşkîletên navneteweyîye mafparêz herdem normên dustandartê hindava Adirbêcanêda didine xebatê, ew jî wî çaxî, dema ku nêzîkbûnên Ermenîstanêye dijî dêmokratîyayê hesab hilnadin”.

Em bîr bînin wekî Adirbêcan her dem ji alîyê parastina mafên mêriv û dêmokratîyayêda ji alîyê organîzeyên avropîda bûye hedef. Bi vî cûreyî li Bekûyê dicêribînin wê “raportê” bidine alîyê Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button