H’emû nûçeSereke
Şuxulkarê kûltûrayê Mîxayîl Kazînîk derheqa Ermenîstanêda

Pêşezanê konsêrta Nobêlîyê Mîxayîl Kazînîk berê jî hatîye Ermenîstanê, ew ji nêzîkva derheqa çand û kûltûra cimeta ermenîda zane. Ew vê carê jî tevî komeke xwendikarên ji miletên cuda-cuda hatibû Ermenîstanê.
Min her dem Ermenîstan hiz kirîye û bo wê yekê jî vê carê min akadêmîya xweye navneteweyî li vir da derbazkirinê. Ew bi navê “Ermenîstan dilê topa dinîyayêye saxe” tê derbazkirinê. Eva îdî serê hevtêkêye ku em li virin û em li cîhên cuda-cuda qesidîne û rastî meriva hatine.
“Beşdar bi arxîtêktûra bi tûfê sor hijmekarin”, Kazînîk gotîye.
Ew dibêje, wekî ew derheqa mîrata cimeta ermenî baş zane û mezinên çanda ermenîra nase.







