Heger em qeyd bikin ku Komara Ermenîstanê xaka 29 hezar û 800 kîlomêtr çargoşe nas dike, aştî pêkan e:Paşînyan

Bi gotina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, heger Ermenîstan di hemû têkilîyên xwe yên navneteweyîda bi zelalî destnîşan bike ku Komara Ermenîstanê xaka 29 hezar û 800 kîlometre çargoşe, bi taybetî jî xaka Sovyêta Ermenîstanê nas bike, aştî pêkan e.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîr derheqa wê yekêda li parlamêntê “Li ser pêşkeftin û encamên plana hukumeta Komara Ermenîstanêye ( salên 2021-2026) ya sala 2022 a da got.
“Aşitî mûmkûne ku em di hemî têkilîyên xwe yên navneteweyî de, ne tenê ji bo îro, ji bo pêşerojê jî, bi zelalî tomar bikin, ku em axa 29 hezar 800 kîlometrê çargoşe wekî Ermenîstan nas bikin, bi taybetî jî, xaka Sovyêta Ermenîstanê, ku me di sala 1991 da serxwebûna xwe bi dest xist. Ji alîyê din va jî ne tenê daxwazên me yên erdî ji tu welatên din nînin, di heman demê de emê tu carî jî nebin”,- Paşînyan got.
Li gorî serokwezîr, heger em vê ramanê tomar nekin, nekin civak-psîkolojîya gel, kes rê nade Ermenîstan pêş bikeve, ji ber ku kes wê fikrê qebûl nake ku Ermenîstan pêş dikeve û bihêz dibe.
“Herwiha di vê rewşê de ne tenê nehiştina pêşkeftina me bibe pirsgirêka rojeva kesên din, nehiştina bi kêmanî hebûna dewleta me bibe pirsgirêka rojeva kesên din. Di vê rewşê de tu kes alîkarîya me nake”.
Ewî bal kişande ser wê yekê ku armanca stratêjîk ya bernameya geşepêdanê ya hukumetê divê bi hev re û aştîyane li gel jîngeha navçeyî û aramî û aramîya welat wek armanc be. Paşînyan destnîşan kir ku gere yên din heman stratejîyê bipejirînin mûmkun e, lê pêşî Ermenîstan dikare vê yekê bike. Serokwezîr destnîşan kir ku ev nayê wateya jibîrkirina dîroka Ermenîstanê, lê tê wateya guhertina pêrspêktîva feraseta dîrokê, feraseta sosîyal-psîkolojîk.







