H’emû nûçeSereke
Bekû dîsa 33 welatîyên Ermenstanê nava dîltîyêda xweyî dike

Bekû dîsa 33 welatîyên Ermenstanê nava dîltîyêda xweyî dike. Derheqa wê yekêda nava raporta derheqa bernama hukumata Ermenîstanêye salên 2021-2026 a da hatîye gotinê.
Li gorî melûmetîyên ji raportê, Komara Ermenîstanê nava hemû sîstêmên navneteweyîda dicêribîne bighîje helkirina pirsgirêka dîlên ermenî. Sala 2022 a da li hev hatîye 31 welatîyên Ermenîstanê paşda vegerîne.
Pirsa merivên bêser-berate undabûyî jî dîsa çawa pirseke girîng dimîne.“Hetanî niha yazîya 975 welatîyên Ermenîstanê eyan nîne. Ji wana 777 meriv hê ji şerê Qerebagêyî ewlinda, çawa yên bêser-berate undabûyî tên hesabê. 196 meriv ji şerê 44 roje, lê du meriv jî ji şerê meha îlonê çawa yên ser-berate undabûyî tên hesabê”,- nava dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê.







