H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê ji koronavîrûsê nêzîkî 8700 meriv wefat bûne: wezîreta saxlemîxweykirinê

Li Ermenîstanê ji koronavîrûsê nêzîkî 8700 meriv wefat bûne.Derheqa wê yekêda, nava çarçoveya progirama hukumatêda, wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.

Bi gotina wê, bona qîmetkirina mecalên dijî koronavîrûsê wê diha başbe, ne ku hejmara wefatbûya hesabkin, lê gerekê  hejmarên vî cûreyî tevî welatên mînanî Ermenîstanê himberî hevdu bikin.

“Minê nexwesta navên welatên konkrêt bida, lê hene welat, himberî kîjana li Ermenîstanê dereca wefatbûya dubare nimize.Ew jî nava qewilên usada, dema ku Ermenîstanê dijî nexweşîyê û dijî agrêsîya ji der şerkarî dikir”,-wezîrê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button