H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa heyşt qewilên ji alîyê Adirbêcanêda raberkirî daye dîyarkirinê

Berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên  der bersiva vê pirsa radîyostansîya “Azayî” ê daye:

“Wekîlê Adirbêcanêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî van roja heyşt qewil pêşda kişandine, nava wanda usa jî derxistina eskerê ermenîyî, yên ji  Qerebagê, valakirina heyşt gunda, paşdavekişîna ji axa Adirbêcanê û ev hemû tişt gerekê bêne mîyaserkirinê bona ku pêwandîyên tevî Adirbêcanê bêne normalkirinê. Hûn vê yekê çawa şirove dikin?”.

Berdevkê wezîreta karên der gotîye: “Gerekê bêjin, wekî gotin û dewekarîyên Adirbêcanê roj bi roj tên guhartinê, û ne tenê Ermenîstan, lê usa jî temamîya civaka navneteweyîra dijware dîna xwe bide van gotinên Adirbêcanê.

Ji 12 ê kanûnêda Adirbêcanê elam dikir, wekî korîdora Laçînê girtî nîne, lê paşê jî girtîye. Paşê dema ku hate elamkirinê, wekî xebatên li kana li wir hatine sekinandinê, wa gotî “êkoaktîvîsta” dew kirin ku avtomaşînên xaçê Sor û barên hûmanîtarî  gerekê bêne kontrolkirinê. Piştî wê yekê menî girtin ku  mîn tên cîguhastinê, lê paşê elam kirin ku korîdor vekirîye û usa wî cûreyî menîyan cûre-cûre digirtin.

Gerekê bê gotinê, wekî hêzên Ermenîstanê  qulixa xwe li ser axa Ermenîstanê mîyaser dikin. Tiştekî ber çevaye wekî salên 1990 î, bona xweparastina ji agrêsîya Adirbêcanê û zordarîyên dijî binelîyên Qerebagê, eskerê parastinê hatîye sazkirinê, yê ku roja îroyîn bi wî meremî li  Qerebagê qulix dikir. Eskerê parastinê tenê bona xweparastina ji alîyê Adirbêcanêdane.

 Çi ku derheqa wê yekêda ku gerekê heyşt gunda teslîmkin, gerekê bînine bîra Adirbêcanê, wekî Adirbêcanê salên 1990 î Arsvaşên, axa gundên qeza Tavûşêye Vazaşênê û Aygêhovîtê, 70 selefê axa gundên Bêrkabêrê û Paravakarê, dagir kirîye. Piştî şerê 44 roje jî dîsa 150 çargoşke kîlomêtr ax ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dagirkirinê. Tiştê ecêvmayînêye, wekî derheqa dagirkirina axêda nevsên welatekî usa dibêjin, desthilatdarîya kîjanê bi agrêsîvî nêzîkî axa Ermenîstana serbixwe dibe, û carina jî elam dikin wekî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hidûd tune û pêşdahatina  hêzên wan tu tiştî nateribîne.

Mixabin, bangên Ermenîstanêye derheqa wê yekêda ku gerekê qedirê xeta sînor bigrin, ya ku ji alîyê herdu welatada bi dêklarasîya Alma Atayê hatîye naskirinê, bêyî bersiv mane.

Ermenîstan li ser wê qirarêye wekî tenê bi rîya dîyalogê dikarin bighîjine helkirina pirsa, lê sîyaseta Adirbêcanê alî kêmbûna halê sertî li herêmê û îzbatbûna aşîtîyê nake”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button