H’emû nûçeSereke

Serokwezîr serokê korporasîya “Rosatom” ê qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê korporasîya  “Rosatomê” ye dewletê Alêksêy Lîxaçyov û dêlêgasîya bi serkarîya wî qebûl kirîye.

Serokwezîr hevkarîya di navbera hukumata Ermenîstanê û korporasîya “Rosatomê” da girîng hesab kirîye, nava çarçoveya kîjanêda cêrge proje bi hevra tên mîyaserkirinê. Nîkol Paşînyan derheqa hevkarîya nava ênêrgêtîka atomîda xeberdaye û derheqa rola “Rosatomê” da, ya nava pirsa dirêjkirina wedê bloka duemîn, ya stansîya Ermenîstanêye atomî daye dîyarkirinê.

Bi elamkirina razalixîyê bona qîmetkirina bilind, Alêksêy Lîxaçyov xebata tevî hevkarên Ermenîstanê çawa ya kardar hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî “Rosatom” bona berdewama hevkarîya kardar hewaskare.

Wextê hevdîtinê bername û înîsîyatîvayên pêrspêktîvên nû hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button