SerekeSîyasî

Nava çarçoveya binçevkirinên li Tirkîyayê bi deha meriv hatine girtinê

Berî hilbijartinên li Tirkîyayê, yên parlamêntê û serokatîya dewletê, pêla rêprêsîyayên dijî opozîsîyona kurd zêde dibe.

Binçevkirin herroj dibin, lê hetanî hilbijartina ji du hevtîya kêmtir wede maye. Duh li cêrge bajara dîsa meriv hatine binçevkirinê.

Li nehîya Slopîyê, li bajarê Şirnaxê xebatkarê polîsîyayê ketine  cêrge mala. Hatîye ragîhandinê, wekî meriv li wir jî hatine binçevkirinê. Li nehîya Cêyhanê jî, li bajarê Edenê gera li mala berdewam kirîye.

Ji 25 ê nîsanê destpêkirî, îdî bi seda sîyasetmedarên opozîsîyayê, rojnamevanê, aktîvîst û şuxulkarên mayîn hatine binçevkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button