Adirbêcan bi zanebûna şuxulkarîya xaçê Sor dide pêşîgirtinê: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan elametî blav kirîye, kîjanêda hatîye gotinê:
“Adirbêcan bi zanebûn şuxulkarîya xaçê Sor dide pêşîgirtinê.
23 ê nîsanê li ser rîya Gorîs-Stêpanakêrtê, piştî cîhwarkirina posta xweye kontrolkirinê, Adirbêcan bi zanebûn menîya digere û şuxulkarîya komîtêya navneteweyî, ya xaçê Sorî li Qerebagê dide teribandinê.Bi wê yekê Adirbêcan ne tenê mafê hûmanîtarî diteribîne, lê wê pevketinê jî diteribîne, bi kîjanê nexweşên giran cîguhastî dikin. Bi wê yekê Adirbêcan birîyara 21 ê kanûna sala 2022 a jî, ya mehkema navneteweyî diteribîne.
Ji wezîreta Arsaxêye saxlemîxweykirinê ragîhandine, wekî 30 nexweşên giran hîvîya cîguhastinêne.Adirbêcan usa jî bi zanebûn nahêle ku dermanên pêwîst bighîjine cîh.
Kirinên Adirbêcanê dijî mafê navneteweyî û prînsîpên hûmanîtarîye.
Em hêvîdarin, ku sîstêmên navneteweyî wê gavên praktîk biavêjin bona ku vî halî bidine rastkirinê”.







