Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, yekîtîya têrîtorîya peymana aşîtîyê: prêss-konfêransa Paşînyane here dirêj

Pirsên sereke, yên prêss-konfêransa Nîkol Paşînyanê serokwezîr, kîjanê çar û nîv sehet kişand, derheqa pêvajoya hevraxeberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanêda bû. Pêşîya çûyîna li Moskvayê, serokwezîr çend elametîyên balkêş kirin. Paşînyan gotîye, wekî diqewime endamtîya nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bidine sekinandinê, yan jî qerimandinê, lê ewê wî çaxî biqewime, dema ku organîze ji Ermenîstanê derkeve. Paşînyan serda zêde kirîye, wekî dora pirsgirêkên ewlehkarîyê Yêrêvana fermî tevî çend welatên mayîn gotûbêjkirina pêk tîne.
Bi gotina serokwezîr dora peymana aşîtîyê û îzbatkirina pêwandîyaye tevî Adirbêcanê, hevraxeberdanên întênsîv derbaz dibin û alîyê ermenî hêvîdare, wekî dokûmênt zû bê îmzekirinê. Xêncî wê yekê, serokwezîr gotîye, wekî bawar nîne ku li Moskvayê bona îmzekirinê dokûmênta amadekirî ser sivirêbe.
Pêşîya qolkirina “Peymana aşîtîyê” desthilatdarîya Ermenîstanê wê bona îzbatkirina fikira welatîya rêfêrêndûmê teşkîl neke. Ew yek ewî şirove kirîye û gotîye, wekî ewê necêribîne desthilatdarîyê ji cabdarîya sîyasî dûrxe û wê cabdarîyê dayne ser sûbyêktên başqe.
Pêşerojêda hevdîtinên li Moskvayê, Kîşnêvê û Granadayê têra tên dîtinê.
Bi gotina Paşînyan, fikira derheqa naskirina têrîtorîyayên hevdu hê hewcê rastkirinêye.
Gelo çi dikeve nava 86 600 çargoşe kîlomêtrên Adirbêcanê? Gelo Ermenîstan bi Arsaxêva wê têrîtorîyayê nas dike, yan bêyî Arsaxê?
“Dikeve nava 86 600 çargoşe kîlomêtrî usa jî Qerebag. Ermenîstan wê têrîtorîya Adirbêcanê nas bike, lê bi wê femdarîyê, wekî Adirbêcan jî 29 800 çargoşe kîlomêtrên Ermenîstanê nas bike. Ya duem, pirsa maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê gerekê bi rîya dîyaloga Stêpanakêrtê û Bekûyê bê gotûbêjkirinê û em wê yekê jî girîng hesab dikin, wekî garantîyayên navneteweyî bona wan hevraxeberdana hebin”,- Paşînyan gotîye.
Heger eskera paşda vekişînin, wî çaxî zona ewlehkarîyê gerekê kîsî axa herdu welata bê sazkirinê. Bi gotina Paşînyan, ew pêvajo gerekê li ser hîmê xerîta Ermenîstana Sovyêtêye sala 1975 a bê mîyaserkirinê, ya ku li ştaba hêzên Rûsîyayêye.
Hevraxeberdanên Paşînyan wê pêşeroja nêzîkda pêk bên. Ew usa jî dibêje, wekî pirsa derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji rojeva Ermenîstanê dernektîye.







