SerekeSîyasî

Eger em karibin vê pêvajoyê bidomînin, heta dawîya salê mecalê hebe ku peymana aşîtîyê pêk bê: sêkrêtarê encûmena ewlekarîyê

Me di mijara dîyarkirina sînoranda li Kîşnêvê hinek pêşketin destxistine, em nikarin bêjin ku pirsgirêk tam hatiye çareserkirin, lê em pêşkeftina pêk tînin. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmena Ermenîstanêye ewlekarîyê Armên Grîgoryan gotîye.

“Hemû mijar girîngin û hemû mijar bi hevva girêdayîne. Ez bawerim ku heger em di mijarên hûmanîtarîda pêşda herin, hemû girtî serbest bên berdan, emê karibin di derbarê kesên undabûyîda înformasîya dest bînin û yazîya wan fem bikin, usa jî di derbarê rakirina dorgirtina Qerebaxêda, pirsgirêk, yanî dîyalog û gotûbêjên Stêpanakêrt-Bakûyê, yanî ewlehî û maf di vê formatê de bên gotûbêjkirin, ez difikirim ku em pêşda diçin”,- ewî gotîye.

Sekrêtarê encûmena ewlekarîyê li ser pirsa gelo em nêzîkî îmzekirina peymana aşîtîyê dibin yan na, gotîye ku gotûbêj bi întênsîvî pêşda diçin û eger karibin vê proseyê bidomînin, wê demê mecal heye ku hetanî dawîya sale bigihîjine peymana aşîtîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button