Cîhwarkirina postê, ya ji alîyê Adirbêcanêda dijî wan cedandinaye, yên ku bona aminaya di navbera alîyadanin: Jozêp Borêl

Ji alîyê Bekûyêda li korîdora Laçînê cîhwarkirina posta kontrolkirinê dijî wan cedandinaye, yên ku bona aminaya di navbera alîyadanin.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, elametîya wî cûreyî serokê dîplomatîya Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl li parlamênta Avropayê gotîye, dema ku bi têma pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û halê li Qerebagê gotûbêjkirin pêk hatîye.
Parlamêntvanê Avropî Fransûa Ksavîyê Bêlavî dorgirtina korîdora Laçînê rexne kirîye, rûyê çida li Qerebagê krîzeya hûmanîtarî saz bûye.
“Mehkema edaletê dorgirtina ji alîyê Adirbêcanêda mîaserkirî gunehkar kirîye, lê ev têrorîzma dewletê ji alîyê Şêwirêda nehatîye cezakirinê, lê Komîsîya tê bêjî nikare wê yekê bike”,- parlamêntvan gotîye.
Bi xeberdana derheqa gotinên parlamêntvanê Avropî, wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê sîyaseta der û ewlehkarîyê Jozêp Borêl gotîye: “Birîyara ji alîyê Adirbêcanêda kirî, ya derheqa cîhwarkirina posta kontrolkirinêda çêkirina aminaya di navbera alîyadaye”.







