Adirbêcan dixweze wekî rîya Mêgirîyê ji alîyê rûsada bê kontrolkirinê: Marûkyan

Tiştekî girîng heye, wekî serbixwetîya Ermenîstanê gerekê nava hemû halîda bişuxule û heger rê jî nava Ermenîstanêra derbazbin, ew yek gerekê dîsa wî cûreyîbe. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, baylozê pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan gotîye, dema ku ewî derheqa rîya Mêgirîyêda xeberdaye, ya ku Adirbêcanê Nexçêvanêva dide girêdanê.
“Çi ku derheqa dokûmênta 9 ê mijdarêdane, wî çaxî fikirdarî ev bûye, ku alîyê ermenî rê vedike, mecalê dide ku Adirbêcan Nexçêvanêva bê girêdanê, lê alîyê rûsa jî gerekê kontrolke ku ew yek bê mîyaserkirinê. Ew mêxanîzmên kontrolkirinê cûre-cûrene û derheqa wanda pevketina dawî hê tune û bo wê yekê jî elametîyên cûre-cûre tên belavkirinê.
Zelale wekî Adirbêcan dixweze ku alîyê rûsa rê kontrolke, lê em çi bêjin, meriv dikare gelek tiştî bixweze. Ew çi ku elametîya 9 ê mijdarêda nivîsare, niha ji alîyê azêrîyada hatîye şirovekirinê. Gotina sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê eve wekî sînorxweykirên me wê li wirbin û qulixdarîya meye gumrikê jî wê hebe.Şirovekirina azêrîya jî ewe, wekî hûn gerekê rê bidin û karê we wê rêyê neketîye”,- Marûkyan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo nava hevraxeberdanada Adirbêcan dîsa pirsa “Korîdora Zangêzûrê” dibêje, Marûkyan gotîye: “Alîyê ermenî tu cara pirsa wî cûreyî gotûbêj nekirîye û wê gotûbêj neke”.







