H’emû nûçeSereke
“Ermenîstan û Adirbêcan dikarin dora pirsên prînsîypal bighîjine qayîlîyê”: cîgirê wezîr

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan derheqa hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê, yên dora peymana aşîtîyê xeberdaye û hevraqayîlnebûnên tevî Adirbêcanê raber kirîye.Bi gotina Kostanyan alî nikarin dora pirsên prînsîpyal bighîjine qayîlîyê û derheqa wan pirsada hatîye gotinê.
“Nava pirsa dîyarkirina xerîtêda jî hevraqayîlnebûn hene, çimkî dibêjin ku li ser hîmê kîjan xerîtê gerekê şuxulkarîya kifşkirina sînora bê mîyaserkirinê. Hevraqayîlnebûn usa jî nava pirsên înstîtûta garantîyayêda hene, nava pirsa ewlehkarîya cimeta Qerebagê, nava pirsên girêdayî dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê û ev tabî ji hev gelekî dûrin. Feqet xebat wê berdewambe”,-Kostanyan gotîye.







